Li Diyarbekirê dibistana Kurdî hat mohirkirin

Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ku li Diyarbekirê bi zimanê Kurdî perwerdehiya zarokan dida, li ser fermana Parêzgeriya Diyarbekirê hat mohirkirin. Malbatên zarokan û mamosteyên dibistanê, digel biryara mohirkirinê, li ber deriyê dibistanê li hev civiyan.

K24 – Diyarbekir

Dibistana Kurdî ya Ferzad Kemanger a ku li navçeya Baglarê ji aliyê Şaredariya Baglarê ve di sala 2013’yan de hatibû vekirin û perwerdehiya bi zimanê Kurdî dida zarokên 5-11 salî, li ser banga Parêzgeriya Diyarbekirê hat mohirkirin.

Roja çarşemê (05.10.2016) piştî lêgera dibistanê ya serperiştê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê, hat amajekirin ku raporek di derbarê dibistanê de hatiye amadekirin û ji aliyê serperiştî ve bi boneya ku, dibistan li dijî mevzûata perwerdehiyê tevdigere, ji bo parêzgeriyê hat şandin.

Hat amajekirin ku Piştî rapora serperiştî, polîsên darayî duh êvarê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger mohir kir. Li Dibistanê 18 mamoste li ser kar bûn û perwerdehiya bi Kurdî dida 238 xwendekaran.

Fly Erbil Advertisment