pêşmerge li welatê Çîk xwe fêrî pûçkirina bombeyan dikin
Çar heftiyan berdewam dike.

K24-Navenda Nûçeyan
Tîmekî pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li welatê Çîk li ser pûçkirina bombeyan xwe perwerde dikin.
Derbarê wê perwerdeyê Berpirsê Beşê Ragehandinê li Wezareta Bergirya Çîk Vilademêr Lokoviskî ragehand ku, ew meşq û rahênan çar heftiyan berdewam dike, di wê xulekê de jî pêşmerge li ser pûçkirina bombe û mayînan têne perwerdekirin.
Wî berpirsî da zanîn ku, tîmeke din jî di meha bê de bo heman rahênanê dê were şandin.
Li gelek navçeyên ku, berî niha di destê DAIŞê de bûn bi mayînan hatine çandin, lewma ew rahênan jî bi mebesta pûçkirina wan mayînan e.