Asayişa Efrînê bavekî ji ber lawê wî ve binçav dike
Asayişa Efrînê endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê –Sûriye (PDK-S) li gundê Badîna ya ser bi navçeya Raco ve girt.

K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Efrînê endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê –Sûriye (PDK-S) li gundê Badîna ya ser bi navçeya Raco ve girt.
Nivîsgeha Ragihandina PDK-Sê li Efrînê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Roja 11 Cotmehê, li gundê Badîna û bi hinceta leşkeriya neçar, asayişa PYDê hevalê me Arif Îbrahîm Elî ji ber kurê wî ve girt.”
PDK-Sê siyaset û kiryarên girtina welatiyan ji aliyê asayişê ve şermezar kir, ku bi hinceta erkê xweparastinê xortan digire û gundên Efrînê kirine leşkergehên leşkerî, ku ev yek ti carî nakeve xizmet û berjewendiyên gelê Kurd.
Daxuyaniya PDK-Sê amaje bi girtiyên siyasî yên PDK-Sê û ENKSê yên li Efrînê ji aliyê Asayişa Rojave ve girtî ne kir û diyar kir ku, hîn Ezet Kurdî, Îsmaîl Mamo, Ehmed Sîdo, Ehmed Sîno û Azad Berî di zîndanên asayişê de girtî ne.
PDK-Sê di daxuyaniya xwe de banga rêxistinên hiqûqî û mirov yên niştimanî û navdewletî kir, ku fişarê bikin, da ku girtiyên siyasî ji zîndanên asayişê bêne azadkirin.