YBŞ daxwaza beşdariyê di şerê Mûsilê de dike

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) daxwaza beşdariyê di operesyona rizgarkirina Mûsilê de bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) daxwaza beşdariyê di operesyona rizgarkirina Mûsilê de bikin.

Di daxuyaniyekê de, Fermandariya YBŞê ku di derbarê şerê Mûsilê de belav kiriye, tê de tekezî dike ku, YBŞ yek ji hêzên karîger e li parêzgaeha Neynewayê û divê hikûmeta Iraqê daxwaza beşdariya wê di şerê Mûsilê de bike.

YBŞ dupat dike, piştî şerê Mûsilê, divê di her rêkeftineke siyasî li parêzgeha Neynewayê de bên agahdarkirin. Herwiha dibêjin jî, ew li Neynewayê hêzeke karîger in, divê rola wan jî di proseya piştî rizgarkirina Mûsilê de jî hebe.