Asayişa Kobanê 2 karmendên dezgehên navdewletî digire
Asayişa Kobanê 2 karmendên ku di dezgehên navdewletî de kar dikin, ji bo erkê xweparastinê girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Kobanê 2 karmendên ku di dezgehên navdewletî de kar dikin, ji bo erkê xweparastinê girtin.
Peyamnêrê K24ê li bajarê Kobanê ragihand ku, her yek ji Elî Îsmaîl ku karmendê dezgeha Konsîro ya xizmetguzariyê bû û Bidir Silêman ku karmendê dezgeha “Bizîşkên Bêsînor” bû ji bo erkê xweparastinê ji aliyê Polîsên Leşkerî ve hatin girtin.
Herwiha da zanîn ku, Desteya Bergiryê ya kantonê derbarê girtina her du ciwanan gotiye ku, desteyê wan ew her du kes agahdar kirine bi pêwistiya deftera erkê xweparastinê, lê wan ev yek piştguh kirine.
Li gor peyamnêrê K24ê piştî damezrandina Polîsên Leşkerî li bajarê Kobanê ev yekemîn car e, ku ew polîs ciwanan ji bo erkê xweparastinê digirin.