Belcîka tûmetên Rûsya bi bombebarankirina Helebê redike
Di wê êrîşê de 6 kes hatibûne kuştin û 4 birîndar bûbû.

K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergiyiê ya Belcîka tûmetên Rûsyayê bi bombebarankirina navçeyekê li bajarê Helebê û kuştina 6 kesan redike.
Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kirbû, tê de dabû zanîn ku, du firokeyên Belcîka yên hevpeymaniya navdewletî bajarokê Hesacik li bajarê Efrînê yê parêzgeha Helebê bombebarankirine.
Ji aliyê xwe, îro Wezareta Bergiyiê ya Belcîkayê di daxuyaniyekê ragehand ku, firokeyên wê bajarê Helebê bombebaran nekiriye û ew tumetê Rûsyayê ne rastin.
Li gor daxuyaniya Rûsyayê her di heman êrîşê de 4 kes birîndarbûne û du avahî hatine jinav birin.