Barzanî: Yekem car e Pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî dijminekî şer dikin
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di hevdîtinekê de ligel televisyona “CNN” ya Amerîkî ragihand, ev yekem car e Pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî dijminekî şer dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di hevdîtinekê de ligel televisyona “CNN” ya Amerîkî ragihand, ev yekem car e Pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî dijminekî şer dikin.
Barzanî derbarê operesyona rizgarkirina Mûsilê de ragihand, dê baş ba, ku bi plana leşkerî re, plana siyasî bo birêvebirina Parêzgeha Neynewayê ji piştî DAIŞê heba, ji ber ku Parêzgeha neynewayên pêkhateyên curbicur tê de dijîn.
Iraqi Kurdish Pres Barzani "would have loved to have a political plan along w/ a military plan." Intv airs in 90mins https://t.co/iyBSIp186n
— Christiane Amanpour (@camanpour) October 19, 2016