Îran hejmara qurbaniyên xwe li Kerkûkê aşkere dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê kuştin û birîndarbûna 7 welatiyên xwe li Kerkûkê radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê kuştin û birîndarbûna 7 welatiyên xwe li Kerkûkê radigihîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, di encama êrîşa xwekujên DAIŞê li ser westgeha berhemdana kehrebê li nêzîkî Kerkûkê, 3 karmendên Îranî canê xwe jidest dan û 4 karmendên din jî birîndar bûn.

Qasimî êrîşa DAIŞê li ser bajarê Kerkûkê şermezar kir û ragihand, teroristên DAIŞê li Iraqê “Henaseyên dawiyê dikêşin”

Qasimî got jî, ev êrîşa DAIŞê li ser welatiyên sivîl, ji ber têkşikandina li eniyên şer e.

 

 

Fly Erbil Advertisment