Vîza di navbera Iraq û Tirkiyê de ra bû

Ji slala 2014ê de kar li ser rakirina wê dihat kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Balyozê Tirkiyê li Bexdadê Farûk Kaymakçi ragihand ku ji roja 28ê vê mehê de vîzeya di navbera welatê wî û Iraqê de bi fermî tê rakirin.

Kaymakçi da zanîn ku, ji sala 2014ê ve her yek ji Iraq û Tirkiyê li ser vê babetê karê xwe dikin, aşkere kir ku, êdî welatiyên her welatan dikarin hatinûçûnê bê vîza bikin.

Balyozê Tirkiyê destnîşan kir ku welatiyên ku dixwazin herin Tirkiyê jî dikarin vîzeyên etîket, e-vize û C1 (geşt, bazirganî û tendurustiyê) di roja xwe de bistînin.  

Fly Erbil Advertisment