Partiyên Bakûr êrîşên li ser Rojava şermezar dikin

Tirkiye di 19'ê Cotmehê de di çarçoveya Operaasyona Mertala Firatê de êrîşê baregehên YPG'ê li Rojavayê Kurdistanê kiri bû.

K24-Navenda nûçeyan

Desteserkirina Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli, ji aliyê partiyên Kurdistanî yên Bakûrê Kurdistanê ve jî rastî bertekan tê. Partiya Sosyalîst a Kurdistan û PDK Bakûr ev bûyer wek rêgirtina rêbaza siyasî nirxandin.

Tirkiye di demên dawî de bi dengeke bilind amaje dikir ku ew ji hebûna YPG li Rojavayê Kurdistanê nerazî ne. Di encama vê helwestê de jî li ser 6 baregehên YPG'ê êrîşên esmanî hatin pêkanîn. Li ser êrîşên Tirkiyeyê jî Partiyên Kurdistanî yên Bakûrê Kurdistanê jî bertek nîşandan. Rêveberê Partiya Azadiya Kurdistan Vahîd Aba amaje kir ku ew vê êrîşê şermezar dikin  û her wiha sedema êrîşê jî wek pêknehatina yekîtiya kurdan li Rojava û

 helwesta dagirker a Tirkiyeyê da nîşan.

Rêveberê Lijneya Navendî yê Partiya Azadiya Kurdistan(PAK) Vahîd Aba wiha got: "Dewletên dagirker ên Kurdistanê bila mudaxaleyê parçeyên din ên Kurdistanê

nekin. PYD an jî YPG divê pêşiyê di nav Kurdistana Suriyê de bi partiyên din re yekîtiya neteweyî pêk bîne."

Dewleta Tirkiyeyê demek dirêje ku hebûna YPG ji bo xwe wek gefekê li sînorên Tirkiyeyê dibîne. Ji ber vê yekê jî êrîşa li ser Rojava ji aliê

 Dewleta Tirkiyeyê ve wek mafê rewa yê parastinê tê dîtin.

Serokê Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê Mehmet Emîn Kardaş di wê baweriyê de ye ku hêzên cîhanî rê li ber vê yekê vedikin û pêwîste YPG an jî PYD li gor vê

 yekê hêzên din yên Kurdistanî re danûstanê bike.

 Serokê Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiye(PDK-T) Mehmed Emîn Kardaş wiha axifî:"Çar însan li Qafqasya an jî li qutûbê wî alî bi kurdî biaxifin an jî

 civînekê dagirker ji vê yekê nerihet dibin. Bi wan ne xweşe û dixwazin belav bikin. Ev karê wan e. Divê em li ser xwe lêkolînê bikin. Divê em rexneyan li xwe bikin ku çima em tên leyîstoka dagirkeran."

Tirkiye di 19'ê Cotmehê de di çarçoveya Operaasyona Mertala Firatê de êrîşê baregehên YPG'ê li Rojavayê Kurdistanê kiri bû. Rayedarên Dewleta Tirkiyeyê

jî amaje dikin ku dê êrîşên esmanî berdewam bin.

 

Fly Erbil Advertisment