Li Rojava amadekariyên damezrandina Artêşekê tê kirin
Ji alîkî din ve hin çavdêr tekez dikin ku, paşguhxistina aliyekî siyasî li gel hêzeke leşkerî wek pêşmergeyên Roj ku li herêma kurdistanê têne rahênan kirin dê bandoreke neyênî li paşeroja artêşa navhatî bike.
K24-Qamişlo
Bi helkefta diwemîn salvegera damezrandina hêzên Parastin û Berevaniya Xweser û li jêr diruşma roja rûmetê,li akademiya şehîd Ehmed Badelî ahengek hate li darxistin.
hevserokê Desteya Berevaniyê di Kantona Cizêrê de tekez dike ku, hêzên leşkerî bi hemû beşên xwe ve dê di bin sîwana sîstema fedralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê de û di bin yek navî de berevaniya xaka Rojava û Sûriyê bi giştî bikin.
Lo gor hin serkirdeyên Encûmena Damzrêner ya sîstema fedralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê,di nêzîktirîn dem de pêşbîne bi şêweyekî fermî sîstema fedralîzmê were ragihandin,jibo vê yekê pêwiste artêşa leşkerî ya vê sîstemê were damezrandin û wekî ew dibînin ku YPG,YPJ,û hêzên erkê xwe parastinê ku hemû pêkhatên deverê li xwe digre,dê bibe bingeha vê artêşê.
Di 1ê meha çirya paşî de sala 2014an hêza xweparastina xweser li Rojavayê Kurdistanê hate damezrandin.
Fermandarên hêza navhatî dibêjin ku, bi hijmara 70 leşkerî ev hêz hate damezrandin,nihajî hijmara wan bûne bi hezaran.
Ji alîkî din ve hin çavdêr tekez dikin ku, paşguhxistina aliyekî siyasî li gel hêzeke leşkerî wek pêşmergeyên Roj ku li herêma kurdistanê têne rahênan kirin dê bandoreke neyênî li paşeroja artêşa navhatî bike.