Hevşaredarên Diyarbekrê bo dadgehê hatin veguheztin

Di 25ê vê mehê de hatibûn girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevşaredarên Bajarê Diyaberkê Gulten Kişanak û Firat Anlî piştî karên li ewlekariyê û lêpirsîn bi dawî hatin ew veguheztin dadgehê.

Li gor medeyaya Tirkiyê piştî lêpirsîn û karê wan li Rêveberiya ewlekariyê bi dawî hat her du Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Diyaberkê Gulten Kişanak û Firat Anli hatin veguheztin bo dadgehê.

Gulten Kişanak û Firat Anli di 25ê Cotmehê de hatibûn desteserkirin. Kişnak bo yekem car piştî girtina wê bi 5 rojan karibû parêzerê xwe bibîne û ligel baxife.

Fly Erbil Advertisment