Fermandeyê fîrqeya Alton:Navçeya kargehên Gogcelî rizgar bû

Gelek nêzîkî navenda Mûsilê bûne.

K24-Navenda Nûçeyan

Fermandeyî fîrqeya Alton a Hêzên lidij terorê Fazil Berwarî ragehan ku, navçeya kargehên Gogcelî li deriyê Mûsilê hate kontirolkirin.

Derbarê vê yekê Fermandeyî fîrqeya Alton a Hêzên lidij terorê yê Iraqê Fazil Berwarî ji K24ê re wiha got: Hêzên me pêşveçûnên berçav kirin û li demekî nêzîk de digehin nava Mûsilê.Da zanîn ku, navçeya kargehên Gogcelî li deriyê Mûsilê hate kontirolkirin.

Di çarçoveya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de ku, di 17ê vê mehê destpêkiriye, berbanda îro, Hêzên Iraqî ji sê mihweran ve êrîşî bajarê Mûsilê kirin, li gor fermandeyên Leşkerî Hêzên wan pêşvediçin, ew yeke di demekê de ye ku, Hêzên Pêşmerge jî di heftiya borî de gelek gund û navçe li sînorê bajarê Mûsilê kontirolkirbûn.

Fly Erbil Advertisment