Kobanê.. Çêroka şehîdekî Pêşmerge
Tevlîbûna Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bo şerê rêxistina DAIŞê li bajarê Kobanê bûyereke giring bû di dîroka gelê Kurd de. Hêzên Kurdî karîn çekdarên DAIŞê di demeke kurt de ji nava bajêr derxînin.
K24 – Kobanê
Tevlîbûna Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bo şerê rêxistina DAIŞê li bajarê Kobanê bûyereke giring bû di dîroka gelê Kurd de. Hêzên Kurdî karîn çekdarên DAIŞê di demeke kurt de ji nava bajêr derxînin.
Herwiha Şehîd Zêrevan Ekrem yek ji Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ye, yên ku xwedî li hewara Kobanê derket û bi xwîna xwe ya pak tevlî şehîdên Kobanê bû, da ku axa Rojavayê Kurdistanê ji dagîrkirina çekdarên DAIŞê biparêze.
Bi biryarekê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di 31ê Cotmeha sala 2014an de 158 Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bi çekên giran gihiştin bajarê kobanê. Di encama vê hevkariyê de hêzên Kurdî karîn bajarê kobanê ji çekdarên DAIŞê rizgra bikin.