Zanîngeha Silêmaniyê baykot şikand

Serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê ragihand, di civîna îro da biryar hate dayîn, ku ji hefteya bê ve karmendên Zanîngeha Silêmaniyê dest bi dewamê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê ragihand, di civîna îro da biryar hate dayîn, ku ji hefteya bê ve karmendên Zanîngeha Silêmaniyê dest bi dewamê bikin.

Malpera fermî ya Serokatiya Zanîngeha Silêmaniyê ragihand, bi serokatiya Prof. ê alîkar Dr. Reza Hesen Serokê Zanîngeha Silêmaniyê bi wekatet, îro endamên Encûmena Zanîngeha Silêmaniyê civiyan. Derbarê dewama karmendan jî, Encûmena Zanîngehê bi koma dengan biryar da, ku di hefteya bê de karmend dest bi dewama xwe ya asayî bikin.

Zanîngeha Silêmaniyê ragihand jî, di civînê de tevahiya endamên Encûmena Zanîngehê destpêkirina proseya xwendinê bi girîng zanîn, tevî rijdbûn wan li ser daxwazên mamoste, karmend û cibicîkirina daxwazên ku Wezareta Xwendina Bilind arasteyî Encûmena Wezîran kiribû. Herwiha bi girîngî zanîn jî, ku xwendina xwendekaran bi derengî nakeve.

Ji destpêka dewama îsal ya xwendinê, mamoste û karmendên Zanîngeha Silêmaniyê hevdem bi mamoste û karmendên Wezareta Perwerde û dezgehên din ve paykot ragihandibûn, heta niha niha jî werzê xwendinê li Silêmaniyê dest pê nekiriye.

 

 

Fly Erbil Advertisment