Operesyona Reqa û armancên TEV-DEMê

Bi destpêkirina pêngava yekem ji operesyona Reqayê, berpirsên Rêveberiya Xweser hêvî dikin ku, beşdariya HSDê di şerê dijî DAIŞê de bibe sedema piştevaniya civaka navdewletî ji daxwazên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd jî dibêjin, pêngava Reqayê girîng e, tevî hebûna hin mitirsî li ser jiyana şervanan.

K24 – Qamişlo

Qonaxa yekem ya perasyona rizgarkirina Reqayê dê birîna riyên sereke û dorpêça li der dora bajêr be. Şerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dijî DAIŞê  li Reqayê biryareke stratîjîk ji Rêveberiya Xweser re, û dê bibe sedema xuritkirina pêwendiyên diplomasî siyasî û leşkerî  di gel welatên xwedî biryar  di qada Sûriyê de .

Ev  yek jî li gor serkirdên TEV-DEMê ku hêviya wê yekê dikin ku, beşdariya HSDê di operesyona Reqayê de, bibe sedema piştevaniya navdewletî ji sîstema fedralîzmê li herêma Rojava û Bakurê Sûriyê re.

HSD ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) stûna wê ya sereke ye ber bi sînorên  Paytexta DAIŞê ve diçin, ji bilî egera danîna baceyeke mezin ta niha ne diyar e gelo li pêş vê pêngavê YPG ti cekên giran ji hêzên hevpeyman wergirtine yan na.