Bi sedan xelkên sivîl digihin deverên HSDê
Bi sedan xelkên sivîl karîn ji herêmên di bin destê DAIŞê de birevin û xwe bigihînin herêmên bin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de. Piraniya wan sitemkariya DAIŞê tînin ser ziman û hêvî dikin ku, di zûtirîn dem de gundên wan ji DAIŞê paqij bibin.
K24 – Bakurê Reqa

Şervanekî HSDê dibêje jî, “Em hewl didin korîdoreke ewle ji wan re vekin, da ku ziyan negihe wan. Em wan li cem xwe ji bo çend demjimêran dikin mêvan û av û xwarinê ji wan re pêşkêş dikin û pişt re em otombîlan ji wan re dabîn bikin û ew diçin cem xizmên xwe.”
HSD ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza wê ya sereke ye, di roja 6 Mijdarê de operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina Reqayê ragihand.