Serok Barzanî serdana çeperên Pêşmerge le Eniya Başîkê dike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana çeperên hêza Pêşmerge le Eniya Başîkê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana çeperên hêza Pêşmerge le Eniya Başîkê kir.

Di wê serdanê de ku bi mebesta agahdarbûna li rewşa eniyên şer û navçeyên rizgarkirî û rewşa Pêşmerge encam da, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîrozbahiya rizgarkirina Başîkê li gelê Kurdistanê û Pêşmerge kir û spasî û destxweşiya fermandarên Pêşmerge yên beşdarî operesyona rizgarkirina wê navçeyê bûne kir, ku serkeftineke mezin li hember teroistan tomar kirine.

Her di wê serdanê de Serok Barzanî serxweşiya xwe arasteyî malbat û kesûkarên şehîdan kir û hêviya çakbûnê bo birîndar xwast.

Derbarê rewşa Başîkê û parastina asayişa nava wê bajarokê, Serok Barzanî şîretên pêwîst dan fermandarên Pêşmerge û daxwza kir ku, Başîk di zûtirîn dem de ji mîn û teqemenî û paşmayên teroristan bên pakirin, da ku rûniştvanên wê bajarokê karibin bi dikniyayî vegerin malên xwe.

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya operesyoneke leşkerî de roja 7 Mijdarê ji 3 aliyan ve êrîşî bajarokê Başîkê kirin û karîn wî bajarokî bi temamî rizgar bikin.