YPS kuştina qeymeqamê Dêrika Mêrdînê li xwe girt

YPS di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, ev çalakî hember kiryarên Hikûmeta Tirkiyê yên li bakurê Kurdistanê bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), kuştina qeymeqam û qeyûmê Dêrika Mêrdînê hilda ser xwe.

YPS bi daxuyaniyek nivîskî, berpirsiyariya xwe bo kuştina qeymeqamê Dêrikê ragehand. Di êrişê de Qeymeqam Mihemed Fatîh Safîturk hat kuştin ku, di heman demê de şûna şaredarê DBP qeyûm hatibû erkdar kirin û 3 karmend û pasewan jî birîndar bûbûn.

YPS di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, ev çalakî hember kiryarên Hikûmeta Tirkiyê yên li bakurê Kurdistanê û bo tolhildana hevalên ku, li Dêrikê canê xwe ji dest dane, hatiye kirin.

Piştî çalakiyê, polîsên Tirkiyê, li Dêrikê piraniya wan endamên DBP 30 kes girtin binçavan.

Fly Erbil Advertisment