Artêşa Tirkiyê Efrînê topbaran dike: 8 kes birîndar dibin

Artêşa Tirkiyê ji pêr ve navçeyên Efrînê dide ber topan, îro jî navçeya Şiyê ya Efrînê topbaran dike, heta niha zêdetirî 30 topî ew navçe hatiye armanckirin.

K24 -  Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê ji pêr ve navçeyên Efrînê dide ber topan, îro jî navçeya Şiyê ya Efrînê topbaran dike, heta niha zêdetirî 30 topî ew navçe hatiye armanckirin.

Çalakvanên navçeya Şiyê ji K24ê re ragihand, îro ji danê sibê ve topxaneya artêşa Tirkiyê navçe Şiyê ya li ser sînorê Tirkiyê bi zêdetirî 30 topî armanc kiriye, di encamê de heta niha 8 kes birîndar bûne.

Li gor çalakvanan, ku birîndar bo nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê hatine veguhastin û rewşa hin birîndaran ne cîgir e.

Navên welatiyên sivîl yên birîndar bûne wiha ne, Merwan Xelîl Şêxo, Hêvîn Mistefa Elo, Rifet Mistefa Bilal, Ebdo Mihemed Hembaşo, Mihemed Cemîl Silêman, Cemîl Silêman û Idrîs Arif Weqas in.

Pêr jî, artêşa Tirkiyê bi bêhtirî 10 topan Tilê Cirnasê û gundê Hêkiçê li navçeya Şiyê armanc kir, keçeke bi navê Leyla Ezîz ji encama topbarana Artêşa Tirkiyê şehîd bû.

 

 

Fly Erbil Advertisment