Li Elezîzê 8 kes bi tohmeta PKKê hatin girtin

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Elezîzê 8 kes bi tohmeta ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne, hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Elezîzê 8 kes bi tohmeta ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne, hatin girtin.

Li bajarê Elezîzê navçeyên wekî Karakoçan, Palu, Keban û Kovancilarê hêzên leşkerî ni operasyonek berfireh pêk anîn û bi ser malan de girtin. Di encamê de 8 kesan binçavkirin.

Piştî lêpirsîna dozgeriyê 8 kes li dadgehê hatin şandin û dadgehê bi hinceta ku ew endamê PKKê ne,  biryara girtina wan da.

 

 

Fly Erbil Advertisment