Artêşa Iraqê bajarê Nemrûd ê dîrokî kontirol kir

Berî niha gundê El-Nûmaniyê jî kontirol kirbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de, Artêşa Iraqê bajarê Nemrûd ê dîrokî ji çekdarên DaIŞê ku, dikeve bakurê çemê Zabê kontirol kir.

Derbarê vê yekê şaneya ragehandina şer di Artêşa Iraqê de daxuyaniyek belav kir, tê de tekez ku, bajarê Nemrûd ê dîrokî hate rizgarkirin, da zanîn ku, berî wê jî gundê El-Nûmaniyê ku, dikeve başurê bajarê Nemrûd kontirol kiribûn.

Artêşa Iraqê di 17ê meha borî de operasyona rizgarkirina Mûsilê destpêkirbû, Hêzên Pêşmerge jî ji sê aliyan ve êrîş kir, heta niha gelek bajar û navçe kontirol kirine.

 

Fly Erbil Advertisment