Piştî 8 mehan qedexeya li Şirnexê rabû

Li Şirnexê qedexeya derketina derve piştî 8 mehan radibe. Xelkê Şirnexê hewl didin ku, bo derbaskirina Zivistanê vegerin malên xwe. Lê piraniya mal û taxan hatiye rûxandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Şirnexê qedexeya derketina derve piştî 8 mehan radibe. Xelkê Şirnexê hewl didin ku, bo derbaskirina Zivistanê vegerin malên xwe. Lê piraniya mal û taxan hatiye rûxandin.

Di roja 14'ê Adarê de li navenda Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragehandin û hemberê endamên Yekîneya Parastina Sivîl (YPS) operasyon hat destpêkirin. Qedexe ku wê demê hat ragehandin îro bi awayek sînordar dawî dibe.

Bi destpêkirina qedexe û şer û pevçûnan xelkê bajêr koçber bûn li gundewarên derdor û quntarên çiyayê Cûdî kon vedan û havînê wê derê debas kirin.

Şaredarê Şirnexê yê HDP'ê Serhat Kadirhan ji hêla Wezareta Navxweyiya Tirkiyê ji erkê hat girtin û şûna wî Cîgirê Parêzgarê Şirnexê Turan Bedirhanoglu wek qeyûm hat erkdar kirin. Karmendên Şaredariya Şirnexê bi armanca ku niştecih asanî vegerin rêyan paqij dikin. Her wiha saziya elektrîkê jî xetên elektrîkê çê dikin.

Parêzgariya Şirnexê di 3'ê Heziranê de ragehand ku operasyo bidawî bûn di encamê de 508 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û nêzîkî 50 ton teqamenî ji bajêr hatiye paqijkirin.

Di dema pevçûnan de, li bajêr gelek xanî, dibistan, mizgeft û kargeh wêran bûn. Bi taybet li taxên îsmetpaşa û Cumhuriyetê tevahiya avahiyan hatin hilweşandin, li taxên Dîcle, Gazîpaşa, Yenîmahalle û Bahçelî evler jî piraniya wan wêran bûn.

Her wiha 3 dibistan û 5 mizgeft xera bûn ku biryara herifandina wan hate dayîn. Di 10 mizgeftan de xebatên nûkirinê berdewam dikin. 

Fly Erbil Advertisment