Li Dirbasiyê 6 ciwan hatin binçavkirin

Hêzên Disiplîna Leşkerî ya girêdayî Rêveberiya Xweser bi ser gundê Aliya yê ser bi Dirbêsiyê ve de girt û 6 ciwan binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Disiplîna Leşkerî ya girêdayî Rêveberiya Xweser bi ser gundê Aliya yê ser bi Dirbêsiyê ve de girt û 6 ciwan binçav kirin.

Li gorî peyamnêrê K24ê, Îro di demjimêr 5:00 berbanga sibehê Hêzên Disiplîna Leşkerî bi 6 otomobîlan girtin ser gundê Aliya û bi behaneya erkê xweparastinê 5 ciwan binçav kirin.

Li gorî xelkên deverê ji peyamnêrê K24ê re ragihandine, ku kampîna girtina ciwanan. ji piştî kampîna rizgarkirina Reqayê ji alî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dest pê kiriye, zêde bûye.

Kesên hatine girtin ev in, Wail Hesen Derbas, Mihemed Hemîd Mihdî Derbas, Alan Şêxmûs Beniya, Ibrahîm Emîn Beniya, Malik Mihemed Hisên. Hewiha welatiyê bi navê Firas Tahir Beniya jî ji ber ku birayê wî ji erkê xwe parastinê bazda ye, hate girtin.

Tê zanîn jî, îro hejmarek ji endamên Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Girkê Legê, Amûde, gundê Xane Serê û gundê Dîrona Axê ya ser bi Girkê legê ve, bi heman bihaneyê (Erkê xweparastinê) hatin desteserkirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment