Rewşa Cizîriyan Hêj jî di bin metirsiyê de ye
Cizîra Botan jî yek ji wan ciyan bû ku, bi mehan şer li navê pêkhatibû.
K24-Navenda Nûçeyan
Di şerê navbajaran de, zirara herî mezin li navçe û bajarên deşta Botan pêkhatin. Ji ber wan pêkhateyan jî rewşa vê heremê hêj jî nebaş e. Cizîra Botan jî yek ji wan ciyan bû ku, bi mehan şer li navê pêkhat û bi hezaran avahî lê hatibûn wêran kirin û bi sedan kes jî canê xwe jidest dabûn. Piştî di 2ê Adarê de qedexe hatibû rakirin û heta niha pirsgirêkên aborî û jiyana civakî li navçeyê berdewam in.
Cizîra navçeya Şirnexê ji 14ê Berfem Bar a 2015-an heta 2ê Adara 2016-an bi şer, pevçûn û qedexeya derketina derve di rojevê de bû. Her çiqas teqrîben 7 meh bi ser rakirina qedexeyê de derbas bûbe jî, pirsgirêkên Cizîrê kêm nebûne, lê zêde bune.
Rêvebirên saziyên karsazan û esnafan ragihandin ku, behsa hin planan tên kirin lê heta niha tu pêngavên ku pirsgirêkan çareser bike nehatine avêtin.
Rêvebirê Jura Pişesazî û Bazirganiya Cizîrê Abdulrezak Salgurt, balkişand ku Cizîr navendeke girîng ya çand, dîrok û bazirganiyê ye, lê rewşa ewlehiyê li ser jiyana welatiyan xeteriyan peyda dike. Salgurd ragihand ku Hikûmeta Tirkiyeyê bo alîkariyan hewlan dide lê ew alîkarî divê lezgîntir bibin.
Serokê Meclîsa Rêvebiriya Jira Pişesazî û Bazirganiya Czîrê Abdulrezak Salgurt wiha got:"Ji ber ku him malen welatiyan xirabene, him jî di kirêyan de dimînin, welatî di tengasiyê de ne. Hikûmet dibêje emê wan kirêyan bidine wan û jixwe li ser rêya Şirnexê dest bi çêkirina konitan kirine jixwe. İnşelah berbi başiyê ve biçe, hêviya ev e."
Ji ber ku li derdorê Cizîrê, bi taybet jî li Şirnexê, Gewerê û silopyayê piştî Cizîrê şer û alozî zêdebûn û qedexe hatin ragihandin, ji wan deveran jî gelek kes koçî Cizîrê bûne.
Serokê Jura Esanfên Cizîrê Hevzullah Memduhoglû jî bo Kurdistan24 balkişand ku wek dîtbarî kolanên Cizîrê geş xuyane û gireseyîne, lê sedema wê ne geşbûyîna rewşa baş e, ji ber ku ji aliyê aborî û jiyana civakî ve tengasiyên mezin li cizîrê hene.
Serokê Jura Esnaf û Hunerkarên Cizîrê Hevzullah Memdûhoglû wiha axifî:"Cizîr niha ji lêngên xwe seqet e, tabî ji bo vê rewşê reçete hatine nivîsandin, lê hêja derman nedîtiye. Kismekî Cizîrê hêj qerabe ye, esnaf dikanan vedikin lê kar nakin. Milet ne di rewşeke dilxweşî û başî de ye."
Navboriyan diyar kirin ku ew dixwazin Şirnex jî wek bajêr bimîne, lê danzanîn ku Cizîr bi taybetmendiyên xwe divê bibe bajêr û ger bibe bajêr jî dê derfetên avedan kirinê baştir bibin.