Xelkê Şirnexê bê xanî û mal in

Li bajarê Şirnexê di 14ê Mijdarê de qedexeya derketina derva rabû. Lêbelê li Şirnexê ne xanî ne jî kolan mane. Ango welatî li kolanan mane. Lewra hezaran xanî di şer û pevçûnên navbera YPSê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de hatin hilweşandin. Dema qedexeya derketina derva hate rakirin welatî piştî 8 mehan berê xwe dan malên xwe, lêbelê ji ber xopanê nedikarîn malên xwe nas bikin. Xelkê Şirnexê gelek xemgîn û dilgiran in û bi çavên tije girî nerazîbûnek tûnd nîşan dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xelkê Şirnexê dibêje, di pêvajoya qedexeyê de wan zehmetiyên gelek mezin re rû bi rû mane. Niha jî pêşiya wan zivistan e û ew bi matmayî nizanin çi bikin û biçin kû derê?

YPS di Kanûna sala 2015an de hate damezirandin. Tê zanîn ev rêxistin baskekî PKKê ye û li dijî dewleta Tirkiyê bi taybetî zivistana borî şerê bajaran kir. Digel navçeyên wekî Farqîn, Sur, Nisêbîn, Hezex, Gever, Cizîr, Silopî û Şirnexê navbera wan û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de şerek dijwar çêbû.

Di encama vî şerî de herçiqas amarên rasteqîn û zelal di destê mirov de tine be jî tê zanîn ji her dû aliyên şerî hezaran mirov canê xwe ji dest dan û sedan sivîl hatin kuştin. Nêzikê 500 hezar Kurd koçber bûn hezaran xanî hilweşiyan. Halê Şirnexê jî ev hal e.

Fly Erbil Advertisment