Xwechiya Kobanê ya ENKSê behiya Pêşmergeyan lidar xist
Xwechiya Kobanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), behiya şehîdbûna 4 Pêşmergeyên Rojava (Leşkerên Roj) li bajarê Orfê ya Bakurê Kurdistanê lidar xist.
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwechiya Kobanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), behiya şehîdbûna 4 Pêşmergeyên Rojava (Leşkerên Roj) li bajarê Orfê ya Bakurê Kurdistanê lidar xist.
Roja 12 Mijdarê, çar Pêşmergeyên Rojava ku di rûdaneka hatinûçûnê de li nêzîkî bendava Mûsilê de şehîd bûbûn, cenazeya yekî ji wan li Dihokê hate veşartin û cenazeyên sê şehîdên din bo Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin.
Îro jî Xwechiya Kobanê ya ENKSê li bajarê Orfê ya Bakurê Kurdistanê behiya şehîdbûna 4 Pêşmergeyên Rojava lidar xist.


