Rojnamevanek 3 meh in bê dadgehkirin girtî ye
Sê meh li ser girtina peyamnêrê malpera Yekîtî Mîdiya Alan Ehmed yê ku di merasîma pêşwaziya cenazeyê şehîd Hebîb Qedrî de hatibû girtin, derbas bûn. Malbata Alan tekez dikin, ku ji ber sedemên siyasî kurê wan hatiye girtin û berî were veguhestin zindana Elaya, 63 rojan di odeyeke tekane de maye û ta niha ew nehatiye dadgehkirin, loma banga xwe dişînin sazî û dezgehên mafên mirovan ku, fişarekê li hêzên asayişê bikin jibo serbestberdana Alan.
K24 – Qamişlo

Hin rojnemevanên deverê dibêjin ku, tevlî ku di yasayên Girêbesta Civakî ya Rêveberiya Xweser de mafê rojnemevanan parastî ye, di heyama vê salê de zêdeyî 13 kêsên binpêkirinê derheqê hin rojnemevanan de bi awayekî demkî hatine kirin û ta niha 2 rojnemevan di zindanên Rêveberiya Xweser de girtî ne.
Komeleya Mafê Mirovan li Cizîrê ku serdana girtiyan kiribûn, dibêje ku Alan ne wek kesekî rojnemevan hatiye girtin, tevlî wê jî pêwîst e hemû girtî werin dadgehkirin.
Li gorî hin şopîneran, girtina dezgehên medyayî û binçavkirina rojnemevanan li Rojavayê Kurdistanê gefekê li azadiya ragihandinê dike.
Hin saziyên ragihandinê yên girêdayî partiyên siyasî dibêjin ku Rêveberiya Xweser bi xwe ne rewa ye, loma ew muhletan wernagirin.
Ji aliyê xwe ve berpirsên Encûmena Ragihandinê di Rêveberiya Xweser de tekez dikin ku, ji bo rêxistina karê rojnemegeriyê pêwist e muhletên kar bêne standin û li Rojavayê Kurdistanê nêzî 50 sazî û dezgehên ragihandinê yên navxweyî ligel 15 dezgehên biyanî bê astengî karê xwe dikin.