Tirkiyê berê çemê Diçle ji zeviyên Rojava diguhere

Tirkiyê daxwaz dike ku, pira Bafid a dîrokî bike nav sînorên xwe.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a42796a4-6f30-4081-8bbd-e64a23c73344/destwerdana%20turkiye.ism/manifest

K24-Dêrik

Hikûmeta Tirkiyê di pêşxistin û sererastkirina sînorên di navbera Rojava û bakûrê Kurdistanê de berdewame, li gundê Endîwerê ser bi bajarê Dêrikê ve alavên Kolandinê yên hikûmeta Tirkiyê di Çemê Diclê de dest bi kar kirine da berê çem ber bi zeviyên welatiyan ve biguhere, û ev yek nêzî 2000 donim zevî bi ava Diclê dê bi avê binuxumîne.

Cotkarên Endîwerê dibêjin ku, ew nikarin serdana zeviyên xwe bikin yan jî çandiniyê têde bikin, herwiha xwedan kargehên remlê didin zanîn ku, bi guhertina berê çemê Dicle dê kargehên wan bin av bibin û bi hezarên Dolaran ziyanê wan bibe, welatiyên wî gundî  bang li saziyên navdewletî dikin, vê pirojeyê rawestînin.    

Ji berî demekê hikûmeta Tirkiyê bi gulebarandinê welatiyan dûrî zeviyên wan kirin û di encam de nêzî 3 welatî birîndar bûne, hin welatiyên birîndar jî dibêjin ku bi vê yekê hikûmeta Tirkiyê ji destwerdana di çemê Diclê û xaka Rojavayê Kurdistanê re xwe amade dikir, loma derfetê nade ti kesî di zeviyên sînorî de kar bikin.

Li seranserî sînorên di navbera Rojava û bakurê Kurdistanê de hikûmeta Tirkiyê bi hezarên hiktar ji zeviyên çandinî li aliyê xwe ve birin, di gel bêdengiya hikûmeta Sûriyê û saziyên navdewletî hikûmeta Tirkiyê dest bi destwerdana di na ava Diclê de jî dike, ku ji bilî zeviyan pira Romanî a dîrokî jî dikeve bin gefê de û eger heye ev pir bikeve nava sînorên Tirkiyê de.

Fly Erbil Advertisment