Li Stenbol derbarê dahatûya Kurdan û Kurdistanê konferansek bi rêve çû

Beşdarên konferansê balkişandin ser nifûs û yekitiya kurdan jî.

 

 

K24-Stenbol

Di gel guherînên li Rojhilata Navîn, dahatûya Kurdan û Kurdistanê li Stenbolê bi rêya konferansekê hat nîqaşkirin.

Li Rojhilata navîn di demek kî de, ku sînor ji nû ve tên xêzkirin û şer û pevçûn her ku, diçe mezintir dibin de, yek ji mijara herî girîna ya di rojevê de meseleya dahatûya Kurdan e.  Mesele li Stenbolê bi riya konferansekê hat nîqaşkirin. Beşdarên konferansê diyar kirin ku, veguherînên li Rojhilata Navîn bêyî têkildariya Kurdan bi awayekî dadwerane pêk nayên.

Di konferansa ji aliyê partiya Kurdistanî HAK-PARê ve hatî lidarxistin de; nûnerê Partiya ENKSê Fuat Elîko û nûnerê Partiya Pêşverû Ehmed Qasim, balkişandin ser rola Kurdan ya li Rojhilata Navîn û gotin: Kurd, êdî li Rojhilata Navîn bûne aktorên herî girîng.

Nûnerê ENKS Fûad Elîko:

" Me di seminerê de ji got bi rastî Rojhilata navîn bi hev ketiye û gelek dest ketinê. Baweriyamin de tû carî ewê rawestandinek aşitî çênabe di Rojhilata navînde, eger li ser pirsgirêka kûrdî nesekinin."

Fuat Elîko diyar kir ku, ji herdu dewletên girîng yên li herêmê Îran bi PKKê re, Tirkiyê jî bi PDKê re di nav hevkariyekê de ye û dibe ku piştî operasyona Musilê herdu dewlet jî li hember hev rabin.

Nûnerê ENKS Fuat Elîko wiha got:

"Di baweriya min de piştî Mûsilê wê gelek tevlîheviyên mezin çêbibin. Wê İran û Tirkiye bigihin sînorekî nema karibin vê krîzê ya di Rojhilata navîn de bi rengekî aşitiyane bi hevdû re çareser bikin."

Nûnerê Partiya Pêşverû Ehmed Qasim, di axaftina xwe de amaje pê kir ku, ji ber ku netew dewletên li Rojhilata Navîn li ser bingeheke qahîm û dadwer nehatine avakirin, neheqiyên gelekî mezin li Kurdan hatine kirin û îro ev şert û merc êdî guherîne.

Nûnerê Partiya Pêşverû Ehmed Qasım jî wiha got:

"Ev guhertin 100 salî ajotiye go ev xelka bin bandorekî gelekî zehmet ev sazûmanên bi navê netewî dewlet çekirin ew gelekî xelk pê êşiyaye ew jî divê biteqe. Eger neteqe guhertin çênabe.

Ehmed Qasim diyarkir ku, veguherînên li Rojhilata Navîn bêyî têkildariya Kurdan bi awayekî dadwerane pêk nayên.

Nûnerê Partiya Pêşverû Ehmed Qasım:

" Rojhilata navîn eger despêk be wê bi guhertin bi guhertinên mezin, kurd jî di navde. Milletekî 40 milyon însan di nav vê guhertinê de divê xwe biparêze. Ê wan ne wek hinekêdine. Divê xwe biparêze yani wek aniha me digot bi yek rêzî, bi yek proje here nav guhertinan da bigehe maf û çarenûsê xwe." 

Beşdarên konferansê di konferansê de balkişandin ser nifûs û yekitiya kurdan û gotin: Îro nifûsa Kurdan gihiştiye 40 milyonî her eger hêzên Kurdan bi hevre tev bigrerin projeyên bo Kurdan wê encamên baş bixwere bîne.

 

Fly Erbil Advertisment