Pervîn Buldan ji karê rêvebrina komîteya giştî ya perlementoyê hate dûrxistin

Sibe dê li Parlementoya Tirkiyê yasaya destdirêjiyê were dengdayînê û CHP û HDP li dijî wê yasayê derdikevin.

K24-Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Pervîn Buldan ragihand ku, ew ji karê xwe yê birêvebirina Lijneya Giştî ya sibe ya parlementoyê ko dê yasaya destdirêjiyê were dengdayînê hatiye xistin.

Derbarê vê babetê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Pervîn Buldan li ser  hesaba xwe ya twîtirê ragihand ku, Serokê Parlementoyê ji bo rûniştina sibê birêvebirina lijneya giştî ji destê wê standiye daye parlementerê AK-Partiyê Ahmet Aydinî.

Sibe dê li Parlementoya Tirkiyê yasaya destdirêjiyê were dengdayînê û CHP û HDP li dijî wê yasayê derdikevin.

Fly Erbil Advertisment