Li Stenbolê agir bi mala penaberan ket

Li gorî cîran û xizmên malbata penaber, ji ber sobeya bi ceyran agir bi malê ketiye .

K24-Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê, agir bi mala penaberên Sûriyeyî ket. Zarokekî 3 salî ku li malê tenê hatibû hiştin canê xwe ji dest da.

Pêtên agirê mala penaberan şewitand û zarokê bi navê Muhmamed Mistefa Ulebiyê 3 salî di nav egir de sot û canê xwe ji dest da.

Malbata ku ji 4 kesî pêk dihat ji ber şerê li Sûriyê, reviyabû û 6 meh berê li taxa Ucgen a navçeya Eyupê ya Stenbolê bi cîh bûbûn. Dema dayika Muhammed Meyse Ulebî ji markêtê vedigere dibîne ku mala wê dişewite. Dayika reben bi Erebî diqîre da ku cîran bigihîjin hawara wê û kurê wê xilas bikin lê ji ber ku cîran zimanê Erebî nizanin ji jinikê tiştek fehm nakin û xeberê didin agirkujiyê.

Xalê Mihemmed Fîraz Weys wiha got:"Piştî ku xwişka min diçe markête agir bi malê dikeve. Dema ku agir hêj gur nebû kesên derûdor bihatana alîkariyê xwarziyê min jî dibe ku niha sax bû."

Piştî xebatên tîmên agirkujiyê termê şewitî yê Mihammed derdixin. Kelûpelên malê jî ji ber şewatê bûn xwelî.

Cîranê malbata penaber Mihemmed Emmavî wiha axifî: "Vemîrandina agirê du saet berdewam kir. Dayîka kurikê jî ducanî bû û dixwest bikeve malê kurê xwe xelas bike lê nehiştin."

Cîrana malbata penaber Azîze Dîrel wiha got: "Şewatekî gelek mezin bû, tîmên agirkujiyê hatin bi kefê vemirandin. Piştre di nav telîsê de termê zarokê penaber derxistin."

Li gorî cîran û xizmên malbata penaber, ji ber sobeya bi ceyran agir bi malê ketiye lê belê li gor yekem tespîtên xebatkarekî agirkujiyê pêlîstokeke bi ceyran bûye sedema şewatê. Ji bo ku bûyer baştir were zelalkirin polîsan dest bi lêkolînê kir.