Tirkiye PKKê li Bakur û Başûr armanc dike
Firokeyên şer yên Artêşa Tirkiyê, li Çelê ya Colemêrgê û devera Avaşîn ya Başûrê Kurdistinê baregehên PKKê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer yên Artêşa Tirkiyê, li Çelê ya Colemêrgê û devera Avaşîn ya Başûrê Kurdistinê baregehên PKKê bombebaran kirin.
Şeva bihurî, firokeyên şer yên Tirkiyê, li Çelêya Bakurê Kurdistanê baregehên Partiya Karkerên kurdistanê (PKK) bombebaran kirin.
Hat ragehandin, di heman demê de li Başûrê Kurdistanê jî deverên Avaşîn û Garê hin baregehên PKK'ê hatin bombebaran kirin.
Artêşa Tirkiyê ragehand, 5 bargehên PKK'ê bûne armanca êrişa firokeyên wan.