Serokê Şaredariyê Bidlîsê hate binçavkirin
Serê vê sibê hêzên ewlehiya Tirkiyê êrîşî ser baregeha şaredariya Bidlîsê kirin û Serokê Şaredariyê Hisên Olan jî hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serê vê sibê hêzên ewlehiya Tirkiyê êrîşî ser baregeha şaredariya Bidlîsê kirin û Serokê Şaredariyê Hisên Olan jî hate binçavkirin.
Polîs û hêzên asayişa Bidlîsê bi mebesta kontrolkirina baregeha Şaredariya Bidlîsê, êrîşî kirin û piştre jî ketin nava avahiya şaredariyê.
Hat ragehandin ku, operasyon bi mebesta danîna qeyûm li cihê Serokê Şaredariyê Hisên Olan e, ku ser bi Partiya Herêmên Dîmokratîk (DBP) ve ye.
Di heman demê de, hêzên ewlehiyê operasyonek birin ser mala Serokê Şaredariyê Bidlîsê Hisên Olan û encamê de û navborî hate binçavkirin.