2 Hezar 253 mamoste vegeriyan ser kar

Di Îlona 2016’an de li Diyarbekirê 4 Hezar û 319 mamoste ji kar hatibûn dûrxistin. 2 Hezar û 253 ji wan mamosteyan, duh vegeriyan ser karên xwe.

K24 – Diyarbekir

Di Îlona 2016’an de li Diyarbekirê 4 Hezar û 319 mamoste ji kar hatibûn dûrxistin. 2 Hezar û 253 ji wan mamosteyan, duh vegeriyan ser karên xwe.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di 9’ê Îlona 2016’an de 6 hezar mamoste ji ber amajeya pêwendiyên wan bi PKK’ê û rêxistina Fethula Gulen re hene, bi Biryarnameyên Bi Hikumê Zagonê, ji kar hatibûn dûrxistin.

Li Diyarbekirê ji 4 Hezar û 319 mamosteyên ku ji kar hatibûn dûrxistin, 2 Hezar û 253 mamoste dîsa vegeriyan ser karên xwe.

Mamoste di 28’ê vê mehê de ango roja duşemê, dê li dibistanên ku lê peywirdar bûn, dest bi kar bikin.

 

Fly Erbil Advertisment