2 gorên bikomî yên Kurdên Êzidî hatin dîtin
Tîmeke pispor bi gorên bikomî îro du gorên bikom yên Kurdên Êzidî li rojhilatê Şingalê dîtin, ku di sala 2014an de ew komkujî ji aliyê DAIŞê ve hatibû kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Tîmeke pispor bi gorên bikomî îro du gorên bikom yên Kurdên Êzidî li rojhilatê Şingalê dîtin, ku di sala 2014an de ew komkujî ji aliyê DAIŞê ve hatibû kirin.
Li gor lêkolîna wê Tîma pispor, ew du gorên bikom nêzîkî 10 mêrên Kurd ên Êzidî tê de bûn û pişknîna wan goran niha ji aliyê wê tîma pispor ve dest pê kiriye.
DAIŞê di 3ê Tebaxê sala 2014an de êrîşî Şingalê kir û li gor zanyariyan nêzîkî 5 hezar kuştî û zêdetirî 3 hezar jin û zarok hatin revandin.
Şingal di dawiya sala 2015an ji aliyê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û bi serpereştiya rasterast ya Fermandarê Hêzên Çekdar yên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve, hate azadkirin.