Pentagon: Kuştina leşkerên xwe li navendeke YPG li Rojava red dike
Teqîn duh, li bajarokê li Tel Temirê rûdabû.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragehand ku, ti çekdarên wan li navendekî Hêzên YPGê li bajarokê Til Temirê nehatine kuştin.
Du, li bajarokê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek li nav embarekê çekan û navendeke YPGê de rû da, di encam de gelek şervan hatin kuştin.Li gor ajansa Reuter li ser zarê berpirsekê YPG ew navend ji aliyê leşkerên Amerîkayê dihat birêvebirin.
Derbarê wê yekê beripisekê li Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê(Pentagon) ji Sputnîk a Rûsî ra ragehand û wiha got:"Em wê bûyerê dişopînin û em tekez dikin ku, ti leşkerên me li Sûriyê nehatine kuştin."
Wî berpirsê Amerîkî amaje bi sedemên wê teqînê ne kir, herwiha rûdana wê jî tekez nekir.
Berî niha ajansa Anadolê ragehandibû ku, çend teqîn li navendeke perwerdekirina YPGê li bajarokê Til Temirê rûda bû, tê de leşkerên Amerîkî û Brîtanî hebûn.