TAK brpirsyaretiya xwe ji teqîna Edeneyê re ragehand
Di encama êrîşa li dijî parêzgeriyê de 2 kesan canê xwe ji dest dabûn 33 kes jî birîndar bûbûn.

K24-Navenda Nûçeyna
Tayrebazên Azadiya Kurdistanê TAKê berpirstiya teqîna Edeneyê hilgirt ser xwe.
TAK bi daxûyaniyek nivîskî ragihand ku, êrîşa bombeyî ya li hemberî Parêzgeriya Edeneyê hatibû kirin ji aliyê hêzên wan ve pêk hatiye.
TAK dide zanîn ku, endamê wan ê êrîşê parêzgeriyê kiriye dema hewl dida li ciheka din êrîşa duyemîn pêk bîne canê xwe ji dest daye.
Di encama êrîşa li dijî parêzgeriyê de 2 kesan canê xwe ji dest dabûn 33 kes jî birîndar bûbûn.