Piştî kolberek kuşt xwe jî kuşt
Li nêzîkî bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên leşkerî yên Îranê teqe li kolberan kirin, yek ji wan kolberan hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li nêzîkî bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên leşkerî yên Îranê teqe li kolberan kirin, yek ji wan kolberan hate kuştin.
Jêderên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê belav kirin, şeva 29 Mijdarê hêzên leşkerî yên Îranê li gundê Sawcî yê ser bi bajarê Merîwanê ve, teqe li 8 kolberan kirin, di encamê de kolberek canê xwe jidest da û 2 kolber jî bi giranî birîndar bûn.
Herwiha hat zanîn ku, piştî wê bûyerê, leşkerê ku teqe li kolberan kiriye û piştî ku zanî ku kolberek hatiye kuştin, xwe jî kuşt.
Li gor amarên rêxistinên mafê mirovan, salane hejmareke mezin ji kolberên Kurd li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bi teqeyên rasterast ji aliyê hêzên ewlehiyên yên Îranê tên kuştin û birîndarkirin.