Li Bakur Qaymeqamê Dêrikê ne ji ber sedemên siyasî hatiye kuştin

Qemeqamê Dêrikê ji ber ku, li wê navçeyê li dijî diz û gendelan lêpirsîn daye destpêkirin hatiye kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor nûçeyên çapemeniya Tirkiyê Qeymeqamê Dêrikê û Qeyyûmê Şaredariya wê navçeyê Muhammed Fatîh Safîtûrk ji ber sedemên siyasî nehatiye kuştin.

Qeymeqamê Dêrikê ji ber ku, li wê navçeyê li dijî gendeliyê lêpirsîn daye destpêkirin hatiye kuştin. Di pêvajoya lêpirsîna kuştina qeymeqamî de pêwendiyên balkêş derketin holê.

Qeymeqamê Dêrikê û Qeyûmê Şaredariya wê navçeyê Muhammed Fatîh Safîtûrk di 10ê Çiriya Paşînê de di encama êrîşeka bombeyî de canê xwe ji dest da lê piştî mirina wî gotinên derbarê wî de safî nebûn. Lewra li gor nûçeyên çapemeniya Tirkiyê Qemeqamê Dêrikê ji ber sedemên siyasî nehatiye kuştin. Qemeqamê Dêrikê ji ber ku, li wê navçeyê li dijî diz û gendelan lêpirsîn daye destpêkirin hatiye kuştin.

Çîroka gendeliyê li Qempa Penaberan a Dêrikê ku, 3 sal berê hatibû damezirandin destpê dike. Di wê qempê de 37 milyon lîre pere hatiye winda kirin ango gendelî hatiye kirin. Kesê ku, ji vê gendeliyê tê tohmetbar kirin jî Midûrê Karên Nivîskî yê Qeymeqamiya Dêrikê ye. Herwiha ew kes ji aliyê dadgehê ve hate tohmetbar kirin ko bombeya bûye sedema kuştina Qemeqamê Dêrikê Muhammed Safîtûrk wî daniye nav jûreya Qeymeqamî. Lewra piştî kuştina Qeymeqam 71 kes hate binçavkirin û nav binçavkiriyan de Midûrê Karên Nivîskî yê Qeymeqamiya Dêrikê jî heye. Herwiha ne tenê ew, ji 71 kesan 20 kes karmendên Qeymeqamiyê ne. Ji wan heta niha piştî mehkemekirinê 35 kes hatin girtin. Midûrê Karên Nivîskî yê Qeymeqamiya Dêrikê jî nav de lêpirsîna 36 kesên dî berdewam dike. Ya balkêş ew e ko Midûrê Karên Nivîskî yê Qeymeqamiya Dêrikê ko him ji gendeliya qempa penaberan û him jî bi kuştina Qeyyûm tê tohmetbar kirin di heman demê de endamekî girîng yê AK-Partiyê ye.

Bêgûman heta vê derê jî mesele safî nabe. Lewra YPS ko baskekî PKKyê ye di 11ê Çiriya Paşînê de ragihand ko Qeymeqamê Dêrikê ji aliyê hêzên wan ve hatiye kuştin. YPS got wan vê êrîşê li dijî faşîzma Erdogan pêk anîne.

Li vê derê him ji bo YPS him ji bo dewletê 2 pirs hêjayê bersivandinê ne:

Yekem Qeymeqamê Dêrikê û  Qeyûmê Şaredariyê ger YPS kuştibe ji bo çi Midûrê Karên Nivîskî yê Qeymeqamiyê  û herwiha endamekî girîng yê AK-Partiyê ji kuştina qeymeqam tê tohmetbar kirin. Ango dewlet endamekî xwe tohmetbar dike.

Gelo navbera YPS û Midûrê Karên Nivîskî yê Qeymeqamiya Dêrikê de pêwendî heye an nîne?

Fly Erbil Advertisment