Xwecihiya ENKSê li Tirbespyê hate şewitandin

Nivîsgeha Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê hate şewitandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîsgeha Xwecihiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê hate şewitandin.

Peymanêrê K24ê li bajarokê Tirbespiyê ragihand, îro danê sibê Nivîsgeha Xwecihiya ENKSê li bajarokê Tirbespyê hate şewitandin, bêyî ku sedema şewatê bê zanîn.

Di encama şewatê de, hemû kelûpelên nivîsgehê hatin şewitandin, bêyî ku ti ziyanên canî bibin.

Berî çend rojan jî grûpeke ji ciwanan êrîşek birin ser nivîsgeha ENKSê li bajarê Amûdê û kelûpelên di nava nivîsgehê de şikandibûn û ala Kurdistanê jî şewitandibûn.

Fly Erbil Advertisment