Tirkiyê: Dawî ya PKKê nêzîk bûye

Da zanîn ku, ew ê PKKyê ji binî ve têk bibin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Sûleyman Soylu ragihand ku, ew ê PKKyê ji binî ve têk bibin.

Derbarê babetê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Sûleyman Soylu serdana bakurê Kurdistanê bajarê Wanê kir û daxûyaniya çapemeniyê da.

Wezîrê Navxwe da zanîn ku, dawiya PKKyê nêzik bûye. Aşkere kir ku, dê pirsa PKKyê bi têkoşîna polîs û leşkeran û reformên aboriyê bi dawî were.

Herwiha diyarkir ku,ew bi destdanîna ser şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk DBPyê rê li ber alîkariyên şaredariyan bo  PKKyê digirin û dê têkoşîna wan li dijî PKKyê berdewam bike.

Fly Erbil Advertisment