Yunanîstan radestkirina 2 leşkerên dî jî red kir
Piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê 8 leşkerên Tirkiyê penahendeyê Yunanîstanê bûbûn.

K24-Navenda Nûçeyan
Yunanîstan daxwaza radestkirina 2 leşkerên dî jî red kir.
Berî niha Tirkiye ji Yunanîstanê daxwaza radestkirina 8 leşkerên Tirk ko piştî hewla derbeya leşkerî penahendeyê Yunanîstanê bûbûn kiribû.
Yunanîstan heta duh biryar dabû ko 3 leşkeran radest bike lê daxwaza radestkirina 3 leşkerên dî red kiribû. Dadgeha Yunanîstanê îro daxwaza 2 leşkerên dî jî red kir.
Bi vî awayî dê ji 8 leşkeran tenê 3 leşker radestî Tirkiyeyê bên kirin. Derbarê leşkerekî de heta niha ti biryar nehatiye dayîn.
Piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê 8 leşkerên Tirkiyê penahendeyê Yunanîstanê bûbûn.