DAIŞê 49 leşkerên Sûrî li Tedmurê dikuje
Çekdarên DAIŞê li nêzîkî bajarê Tedmurê, êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê dikin û bi dehan ji wan dikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê li nêzîkî bajarê Tedmurê, êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê dikin û bi dehan ji wan dikujin.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, ku çekdarên DAIŞê gelekî nêzîkî bajarê Tedmurê bûne, piştî ku êrîşî bingeheke leşkerî ya rêjîma Sûriyê kirin, 49 leşkerên artêşa Sûriyê kuştin.
Rewangehê diyar kir, li nêzîkî zeviyê petrolê li navçeya "Muhir" li gundewarê Tedmurê, çekdarên DAIŞê kemînek li ber hêzên rêjîmê vedan, di encamê de 15 leşker hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
Bi gotina Rewangeha Sûrî, niha çekdarên DAIŞê tenê 4 k.m ji bajarê Tedmurê dûr in.
Tedmur bajarekî dîrokî ye û bi ser parêzgeha Himsê ve ye, berî niha jî çekdarên DAIŞê ew bajar kontrol kiribûn û gelek şênwarên wî wêran kiribûn, lê berî 8 mehan, rêjîma Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsî ew bajar ji destê DAIŞê derxistin.