Telal Silo:Hevpeymaniya Navdewletî çekên pêşkeftî radestî me kirine

Silo derbarê qonaxa piştî rizgarkirina Reqayê aşkere kir ku, encûmeneke sivîl wê bajarê Reqayê piştî bi rêve bir.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) Telal Silo ragehand ku, qonaxa duyem a operasyona Reqayê destpêkir, da zanîn ku, ewê bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî serkeftinan bidest bixin, ji ber wan çekên pêşkeftî dane wan.

Derbarê qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina Reqayê Berdevkê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) Telal Silo ji K24ê re ragehand ku, ewê bajarê Reqayê dûrpêşbikin di qonaxa duyem a operasyonê de.

Silo tekez kir ku, ewê bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî serkeftinan di operasyonê de bidesbixin, ji ber ku, Hevpeymaniya Navdewletî Hêzên Pêşkeftî radestî me kirine.

Silo derbarê qonaxa piştî rizgarkirina Reqayê aşkere kir ku, encûmeneke sivîl wê bajarê Reqayê piştî bi rêve bir.

Fly Erbil Advertisment