Civîna Barzanî û Karter destpêkir

Herwiha Wezîrê Bergiriyê Yê Amerîkayê da zanîn ku, Hêzên Pêşmerge dikarin bi zîrkatiya xwe serkeftinan tomarbikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Aşton Karter destpêkir.

Berî demekê Wezîrê Bergiriyê yê Amrtîkayê Aşton Karter giheşte Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û civîn heta niha jî berdewam e, di civînê de Karter pesinê rola Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir.

Herwiha Wezîrê Bergiriyê Yê Amerîkayê da zanîn ku, Hêzên Pêşmerge dikarin bi zîrkatiya xwe serkeftinan tomarbikin.

Karter ji ber rola wan di şerê li dijî DAIŞê de mîdaliya azayetî ûzîrekbûnê bexşî 4  Pêşmergeyan kir.

Fly Erbil Advertisment