Derketina çekdarên opozîsyonê ji Helebê hate lipaşxistin

Bo sibe hate lipaşxistin.

K24-Navenda Nûçeyan

Biryar bû berbanga îro çekdarên opozîsyona Sûriyê ji taxên rojhelatê Helebê li gor rêkeftinekê werin derxistin, lê çekdarên Iranê derketina wan astengkirin, lewma bo sibe hate lipaşxistin.

Derbarê vê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, çekdarên Iranê rê li ber derketina opozîsyona Sûriyê ji taxên rojhelatê Helebê girtin bo vê yekê jî derketina wan hate lipaşxistin.

Rewangehê da zanîn ku, biryare 650 çekdarên opozîsyona Sûriyê di nav de jî çekdarên Cebhet Fetih El-Şam ku, berî niha bi Cebhet El-Nûsra dihat naskirin hene.

Tirkiyê ji aliyê xwe ve jî tekez kir ku, şer li taxên rojhelatê Helebê li gor rêkeftina wan ligel çekdarên opozîsyonê bi mebesta derketan wan hatiye rawestandin.

Fly Erbil Advertisment