Serokatiya Trump û hêviyên partiyên Kurd
Her çiqas niha di rojava Tirkiyê de ji bo çareseriyê hewildanên berbiçav tune bin jî, rêveberên partiyên Kurdî bi hêvîne.
K24-Navenda Nûçeyan
Partiyên Kurd ji bo ku ev şer û pevçûnan di navbera PKK û Artêşa Tirkiyê de bi dawî bibe û proseseke nû bê avakirin bi hêvî ne ku Donald Trump aliyên Kurd û Tirkan bîne bal hev û çareseriyekê peyda bike.
45emîn Serokê Emrîkayê Donald Trump wê di meha Çileya 2017an de dest bi karê xwe bike. Trump beriya ku wek serok bê hilbijartin gotibû ku " Ez heyranê Kurda me. Dema ku ez bibim serok karê min yê sereke ew e ku ez hêzên Kurd û Tirk bînim bal hev û ez ê kêşeyê çareser bikim, ji bo vê yekê jî ez ê di zûtirîn katê de civînan li dar bixim. Ji ber ku her du alî jî hevkarê me ne. Ez hêvî dikim ku ez ê navbera wan çêbikim." Li ser van gotinên Trump, partiyên Kurd yên li nava Tirkiyê aktîfin bi hêvî ne ku dema Donald Trump bê ser kar bingeha çareseriyê ava bike. Bi boçûna Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Cemîl Yildiz, hatina Trump wê hem li Tirkiyê hem jî li Rojhilata Navîn rê li ber rûdanên nû û guhartinan veke.
Cîgirê Serokê PSKê Cemîl Yildiz wiha got:"Niha kêşeya Kurd û Kurdistanê divê bê çareserkirin. Yan îro yan sibe divê çêbe. Ev kêşe çareser nebe, li Tirkiyê û Kurdistanê gel rihet nabe. Trum jî gotiye, helbet em du miletin û em bi hev re dijîn, divê bi hev du re rê herin. Bi biratî, bi cînartî û bi hevaltî divê rê herin."
Pirosesa çareseriyê ya di navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyê de di sala 2013an de destpêkiribû û di tîrmeha 2015an de bi davî hatibû û şer û pevçûnan destpêkiribû. Li gorî Hevserokê bajarê Enqerê yê DBPê Mesut Ozer, bi şer û aloziyan kêşeyên kurdan çareser nabin û bi navbeynkariya Trump dibe ku rayedarên hikûmeta Tirkiyê û rayedarên PKKê li ser maseyê rûnin û çareseriyeke mayînde pêk bînin.
Hevserokê DBPê yê Bajarê Enqerê Mesut Ozer wiha axifî:
"Bi rastî gotineeî gelek girîng û rast e. Wek aliyê Kurd em dixwazin ji sedî sed bi hev re rûnin û bi hev re xeber bidin. Hetta em bi dil û can dixwazin heger ku Tirk bi samîmî bin em dikarin bi hev re pêşengiya Rojhilata Navîn jî bikin."
Her çiqas niha di rojava Tirkiyê de ji bo çareseriyê hewildanên berbiçav tune bin jî, rêveberên partiyên Kurd amaje pê dikin ku egera wê yekê heye ku dema Donald bibe serok rewş çareser bibe.