PDK dema serdana YNK û Goranê aşkere dike
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) roja Duşemê ya hefteya bê 19 Berçele serdana her yek ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê û Tevgera Îslamî li Silêmaniyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) roja Duşemê ya hefteya bê 19 Berçele serdana her yek ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê û Tevgera Îslamî li Silêmaniyê dike.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçoveya pêngavên bo cibicîkirina naveroka Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û avakirina nexşerêyekê bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî de, biryar e roja Duşema bê de şandeke PDKê serdana YNKê û Tevgera Goranê û Tevgera Îslamî li Silêmaniyê bike.
Berê jî şanda PDKê serdana wan aliyên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê kiribû û derbarê çawaniya cibicîkirina naveroka peyama Serokê Herêma Kurdistanê de bo çareserkirina krîza siyasî ya Herêma kurdistanê û wergirtina nêrînan wan civiya bû.
Di civînên vê carê de, PDKê ligel aliyên siyasî bi kêmî naveroka civînan bo raya giştî aşkere kirin.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed, endamê şanda PDKê bo hevdîtina ligel her sê aliyan aşkere kir û got: “Şanda destnîşankirî ya partiya me ji Sekreterê Bolîtbîroyê Fazil Mîranî û endamên Polîtbîro Ezedîn Berwarî û Mehmûd Mihemed Kakemîn û endamên Encûmena Serkirdeyatiyê Ehmed Kanî û Dilşad Şihab pêk tê.”
Heta niha çawaniya civîna PDKê ligel YNK û Tevgera Goranê nehatiya aşkerekirin û derbarê van civînan gotinên cuda hene, ji wan jî ku bi awayekî cuda PDKê ligel her yek ji YNK û Tevgera Goranê dicive, yan jî bi herduyan bi hev re dicive. Lê tê gotin ku PDKê bi awayekî cuda ligel YNKê dicive.
Serdana PDKê bo aliyên siyasî piştî peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê, ku daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî bicivin û tevahiya pirsan çareser bikin, derbarê pirsa Serokatiya Herêmê, Serokatiya Parlementoyê û Hikûmetê de.