YPG serdana navendên partiyên siyasî dike

Desteya Berevaniyê ya Cezîrê û Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serdana navendên hin partiyên siyasî yên Kurdî li bajarê Qamişlo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Berevaniyê ya Cezîrê û Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serdana navendên hin partiyên siyasî yên Kurdî li bajarê Qamişlo kirin.

Hevserokê Desteya Bervaniyê li Cezîrê Rêzan Gulo ji K24ê re derbarê armancên vê serdanê de ragihand ku, şanda Rêvebiriya Xweser dê ji baregehên hemû partiyên siyasî yên ku nûnertiya şoreşa Rojava kirine re be.

Gulo diyar kir jî, ev serdan dê sê rojan berdewam bike û mebesa vê serdanê jî ew e, nêzîkatiyek di nav hemû aliyan de çê bikin, da ku hemû partî di biryara leşkerî de xwedî rol bin.

Peyamnêrê K24ê diyar kir, şanda Desteya Berevaniyê û YPG ji Hevserokê Desteya Bervaniyê li Cezîrê Rêzan Gulo, Berdevkê Fermî yê YPGê Rêdûr Xelîl û Endama serkirdeyatiya YPGê Nisrîn Ebdula pêk hatibû.

Fly Erbil Advertisment